Balyozxaneya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî li Nerwêcê, nameyek ji Wezareta Karê Derve a Nerwêcî re şand, derbarê bobelata mirovahî ku bi serê sivîlên Medaya li Gundewarê Şamê hatiye ji ber dorpêçkirina bi destê Hêzên Esed û milişiyên Hizbillah ên tirorist.
Hevbendiyê destnîşanî da ser raporên tirsnak der barê bajarê Medaya yên bobelatek mirovahî diyar dikin ji ber dorpêçkirina ,ji berî heft mehan de, ji hêla hêzên Esed û milişiyên Hizbillah yên tirorist tê ferzkirin. Di encamê de bi dehan qurbanî ji zarok, pîr û jinan ji ber kêmmbûna xwarin û dermanan mirin.
Hevbendiyê di nameyeke xwe de hişyarî da ser metirsiya rewşê li Medaya, ku bobelata mirovahî metirsiyê dixe ser jiyana 40 Hezar sivîlî ji welatiyên Medaya. Û bal kişand ku bêdengiya derbarê vê rewşê wateya wê erêkirin e, û rewşa sivîlan ya rojane kambaxtir dike. Hêviya xwe derbarê ku hikûmeta Nerwêcî bi erk û pirsyariya xwe rabe anî ziman, herweha hêvî kir ku xwedî li nerînên xwe di piştgiriya mafê mirovan de derkeve. Van cezayên giştî şermezar bike, fişarek navdewletî bo vekirina vê dorpêçkirinê peyda bike ji bo şandina alîkariyên lezgîn bo parastina dorpêçkiriyên Medaya.
Jêder: Hevebendî