Hikûmeta demkî ya Sûriyê gazî li civaka navdewletî û desteyên navdewletî yên taybet bi fêrkirinê û zarokan û di serî de Netewên Yekgirtî û rêxistina Netewên Yekgirtî ya zarokan (UNICEF) û rêxistina Netewên Yekgirtî ya perwerde û fêrkirin û zanist û çandê (UNESCO) kir, ku bi rola xwe rabin der barê parastina zarokên Sûriyê û jêrxana taybet bi zarokan û fêrkirinê û standina helwestek eşkera û xuya ji vê dijminkariya Rûsiya ya hovane.
Ku firokên Rûsiya duhî sê xwendingeh li rojavayê gundewarê Helebê armanc kirin (seratayiya Encara bakur- diwanavenciya Encara ya kuran- diwanavenciya Encara ya keçan) tevî bombebarankirina du xwendingehên din li navçeya Hor, di dema ku xwendekar di xwendingehan de bûn, ku bû sedema encamdana komelkujiyeke mezin di derheqê xwendekar û mamosteyên wan yên bêguneh de, tevî wêrankirina xwendingehan bi tevahî û derketina wan ji xizmetê.
Herwiha holên ezmûnan hatin bombebarankirin di dema ku xwendekaran ezmûnên xwe yên demsalê pêşkêş dikirin ku bû egera şehîdbûna 35 xwendekar û mamosteyan, tevî bidehan birîndar ku birînên piraniya wan giran in.
Herwiha Hikûmeta demkî dubare bangewazî li Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir ku bilez kar bike bo rawestandina tawanên qirkirina rêbazkirî li ser gelê Sûriyê li ser destê rêjîma Esed û çeteyên tayifeperist yên pê re û dagîrkariya dualî ya Rûsiya û Îranê.
Jêder: Hevbendî