Serokê Hvbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Xalid Xoca got :wezîrê derve yê Rûsiya Sêrgî Lafrof “cîhanê bi tenêkirina nûnertiya kurdan bi Partiya (PYD) dixapîne”,û tekez kir ku “du endam ji pêkhateya kurd di şanda danûstandinê de ya ku desteya bilind ji bo danûstandinan li Riyadê biryar pê daye hene, her weha endamin di hemî ofîsên jê hatine encamdan de”.
Her wiha cîgira serokê Hvbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Nexem Xadirî di daxuyaniyeke berê de rastiya gotinên nebûna nûnertiya daxwazên kurdan di Rikberiya Sûrî de red kir, û wiha jî got “Encûmena Niştimanî ya Kurd bi hemî partiyên xwe di saziyên rikberiyê û şanda danûstandinan de beşdare”.
Di heman demê de Fûad Elîko endamê Pîlotbîroya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de û her wiha yek ji endamên şanda danûstandinê ye, ya ku desteya bilind ji bo danûstandinan ragihandibû da xwiyakirin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd heta niha nêzîkî 600 hezar emze ji kurdên Sûriyê li ser belgeyekê dide xuyakirin ku Encûmen nûnertiya wan dike kom kirine,ji bo wan emzeyan bighîne Netewên Yekbûyî.
Û Elîko tekez kir ku nûnertiya wî di şanda danûstandinê ya rikberiyê de tê di hindirê pirojeyek Niştimanî de ku mafên hemî Sûriyan diparêze û mafên kurdan bi şêweyekî giştî misoger dike, berovajî dema desthilata rêjîma Esed ya setemkar ya ku kurd ji hemî mafên wan yên sivîl bêpar kiribûn.
Her wiha Elîko tekezî kir ku partiya” Yekîtiya Demoqrat”ya Kurdî tu pirojeyek kurdî hilnagire, lê tenê ew desthilatek karê rêjîma Esed pê hatiye spartin e, û tu peywendiya wê bi mafên kurdan re tune ye, û ew yek tekez kir bi nehiştina vê Partiyê ji derbasbûna Hêzên Pêşmerge re bo Sûriyê ji bo parastina kurdan ji metirsiya rêjîma Esed û DAIŞê.
jêder:Hevbendî