Duhî roja duşemê şandek ji nivîsîngeha pêwendiyan ji nûnerayetiya ENKSê li herêma Kurdistanê, serdana nivîsîngeha saxlemiyê ya bi ser nivîsgeha Serokwezîr Nêçîrvan Berzanî ve kir, ji bona gengeşekirina çawaniya pêşkêşkirina çareseriya nojdarî bo nexweşên kurdên Sûriyê û diyarkirina hin pêşinyaran.
Hêjayê gotinê ye ku nivîsîngeha Serokê Hikûmetê birêz Nêçîrvan Berzanî xwe dide ber barê pêşkêşkirina nirxê niştergeriyên mezin yê ku nexweş nikarin bidin.
Ji aliyekî din, şandekê ji nûnerayetiya ENKSê li Herêmê, beşdarî di vekirina nexweşxaneya Newroz de li Hewlêrê kir, ku nexweşxane xizmetgozariyên pizîşkî di sercem beşan de bo penaberên kurdên Sûriyê yên li Herêmê bi nîvê behayê wan(50%) pêşkêş dike.
Û tê zanîn ku roja pêncşemê ji her heftiyê hatiye diyarkirin bo pêşwazîkirina nexweşan.
Jêder: Rojava news+ malpera nûnerayetiya ENKSê li Herêma Kurdistanê