Hin çalekvanên Helebê ragihandin ku ji ber nêzîkbûna rêjîma Esed ji bajarê Babê , nêzî 30 hezar welatî koçber bûne û ew xelk jiyaneke dijwar dijîn, li gor ku rojnemevan Sarî Baran yê ji xelkên Babê ye ji malpera me re da zanîn .
Û Baran diyar kir ku bi hezaran xelkê Babê ji encama şerê navbera rêjîma Esed û DAÎŞê li nêzikî sînorê Tirkiyê kom bûne, bi armanca ku derbasî Tirkiyê bibin, lê ta niha Tirkiyê rê nedaye wan.
Her wiha Baran bal kişand ser ku rewşa koçberan pir xerab e, û ew hewcedarî alîkariyê ne.
Jêder: Hevbendî