Riyad Hicab rêkxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan, goman xist li ser karîna NY li ser pêkanîna veguhestinek siyasî di Sûriyê de, û rexne li şanderê navdewletî Dî Mestora kir û got ku wî daxwaza dirustkirina desteya hikumraniya veguhêz piştguh xistiye, û da zanîn ku ew ajendayê Rûsî-Îranî yên ku piştgiriya Esed dikin hildigire, û got: pêwîst bû li ser Dî Mestora nameyekê bişîne ji Esrd re bo rawestandina kuştinê”.
Hicab got: ku em li hêviya pêgavên erênî ne li pêş ku em mijara pişkdariya xwe di Jinêv 3ê de yekalî bikin”, û tekez kir “ku em li pêşiya dabînkirina daxwazên mirovî derbasî hola danustandinan nabin, û em beşdar nabin di dema hebûa şandeke siyan, hevdem Hicab balkişand li ser dupatkirina Wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî helwesta Waşinton li ser redkirina hebûna rola Esed di paşeroja Sûriya de.
Hicab tekez kir ku baweriya rêjîma Esed nayê bi piroseya siyasî û çareseriya siyasî jî naxwaze, lê ew xwe mijûl dike ji bona pêkanîna armancên xwe û serkutkirina Şoreşê û parastina rêjîma xwe, û got ku ji berî destpêkirina danustandinan pêwîst e dorpêçkirin bête rakirin û avêtina bermîlên teqîner bête rawestandin û rêşûnên avakirina baweriyê bêne encamdan, û got: tevlî ku biryara navdewletî daxwaza rakirina dorpêçkirinê û rawestandina bilez ya bombebarankirinê kiriye, lê hêjî xelk dorpêçkirî ne û ji birçîna dimirin.
Jêder: Hevbendî