Rêxistina Pizîşkên Bêsînor ragihand ku xelkên bajarokê Medaya yê dorpêçkirî li Gundewarê Şamê ji nêza dimirin, tevlî peydakirina alîkariyên mirovî ji wan re, di riya karwanên mirovahî re, ji ber ku milşiyên regezperest û hêzên Esed nahêlin pêdawîstiyên pizîşkî derbas bibin.
Rêvebirê oparasiyonan di rêxistina pizîjkên bê sînor de Pirês Do Lavîn got: “nayê pejirandin ku xelk ji nêza bimrin û kesên nexweşiyên wan giran in li wê deverê asê bimînin tevlî ku veguhestina wan ji bo çareserkirinê ji berî çend hefteyan de pêwîst e”.
Û wê rêxistinê got ku rewş li Medaya hestiyartir e jiber peydanebûna pizîşkan û birînpêçan. Û karmendên di warê tendurustiyê de yên piştgirtî ji rêxistina Pizîşkên Bêsînor di hindirê Medaya de eşkere kirin ku 16 kesan jiyana xwe jidest daye ji dema destpêkirina gihiştina hersî karwanên alîkariya mirovî di demek berê ji vê mehê de.
Û tê texmînkirin ku 320 kesên ku ji nêza nexweş in li wî bajarokê ku hejmara kesên wî 20 hezar in hene, û 33 ji wan kesan nexweşiya wan ya jinêza giran e, û ew di bin gefa mirinê de ne, eger zû neyên çareserkirin.
Û Dolavîn tekez kir ku:”pêwîstiyek zor ji hebûna pizîjkan re bi şêweyek bilez û berdewam û serbixwe li Medaya heye, û em pêşbîn dikin ku wê rewşa pizîşkî paşde bikeve ji ber peydanebûna çavdêriya tendurustî ji kesên asêmayî re”.
Her wiha pizîjkên piştgirtî ji rêxistina Pizîşkên Bêsînor diyar kirin ku rewşa nebûna xwarinê pîstir dibe li bajarokên Sûriyê yên din wek Mi’edemiya şamê.
Hîşam Merwa cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî tekez kir ku “rêjêma Esed biryarên Encûmana Ewlekariyê li ser xakê binpê dike, di dema dorpêça sivîlan asê dike û wan birçî dike û nahêle derman û alîkariyên xwarinê ji wan re derbas bibin, û ev kar bi piştgiriyek leşkerî û asîmanî ji dijminkara Rûsî li welatê me pêk tê, di dema ku rêjîma Esed Civaka Navdewletî dixapîne û berepêkan dide derbarî pirosêsa siyasî û rûniştina li ser maseya danûstandinan, ew jî bi pişgiriya siyasî ji Rûsiyayê” .
Cîgirê serokê Hevbendiyê wiha jî got”Esed bizavê ji bo astengkirina çareya siyasî li Sûriyê dike, bi serhişkiya xwe û berdewamiya di dorpêçkirina sivîlan de, û nehêlana gihiştina xwarin û dermanan ji wan re, di bin sîwana bêkarîna diyar derbarê neçarkirina Esed ji bo cîbecîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ku tekeziyê li ser vekirina dorpêçê û derbaskirina alîkariyan dikin”, ji lewra ti çare tune ye ji bilî bikarînkirina Artêşa Sûrî ya Azad ji bo vekirina dorpêçê, bi peydakirina çekên cûreyî yên dijî mertalan, da ku bikaribin wê dorpêçê vekin û jiyana mirovan ji mirina ji nêza biparêzin”.
Jêder:Hevbendî