29 kesan, ji wan 15 kes li Helebê, jiyana xwe jidest dan, bi seba zêdegaviyên Rêjîma Esed û Rûsya, û hejmara Herêmên doh yekşemê amanc kirine gihişt 40 Herêmî,.
Serokê Şandeya danûstandinan ya Desteya bala Es’ed Elzu’ibî got ku ev rawestandina lawaz ji operasiyonên şer re ko roja Şemiyê dest pê kir, bi sedema êrîşên Hêzên Esed dê “bi yekcarî têk biçe ”, û wê Peyman têk biçe, û got “Agirbest têk çû, berî dest pê bike”.
Elzu’ibî berdewam kir:”ne derandina agirbrstê li pêşiya me ye, lê belê têkçûna wê bi yekcarî ye.” tekez kir ko Opozisyon çend çare ji bo parastina miletê Sûriyê libal wê hene, eger Civaka Navdewletî nikaribe ewê yekê bike.
Berdewam kir “bawer im ko Civaka Navdewletî di hemû ezmûneyan de têk çû.. gerek pêrabûnine praktîkî bi evê Rêjîmê re bike.” destnîşan kir ko “ çi nîşandekên amadekirina zemîneke danûstandinên aştiyê nîn in” yên ko Netewên Yekbûyî got ko ewê di 7 adara dahtî de wan berdewam bike.
Hevbendî+Elerebiye