Hejmarek mezin ji xwepêşindanan li bajarên Heleb, Der’a û Gundewarê Şamê derketin û doza ruxandina Esed û azadî û rûmetê kirin. Piştî ko bombebarana tund a rêbazkirî ko Rêjîma Esed û dijminkariya Rûsî bikar anîn hinekî rawestiya.
Xwepêşanderan ala Şoreşê û siloganên pirotestokirina kirdeyên Esed hildan. Her wiha doza rakirina dorpêçê ji ser bajarên hatine dorpêçkirin û gihandina alîkariyan bo wan û berdana Girtiyan kirin.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Hesan Elhaşimî doz li Netewên Yekbûyî kir ko li daxwazên Gel guhdarî bikin, piştî ko karên dijayetiyê hinekî rawestiyan.
Bêtir got “bingeha kêşeyê ko Milet doza azadî û rûmeta xwe kir, lê belê dîktatoriya Esed rê nade û dîtina Civaka Navdewletî ber bi rêkxistina DAIŞ ve kir ya ko ewî çêkiriye”.
Elhaşimî hişyarî da li ser ku Esed agirbestê zêdetir binpê bike û cihên Niştecihên sivîl amanc bike, dako nehêle miletê Sûriyê tevrabûnên sivîl li dijî wî derkeve.û doz kir ko giring e Encûmena Ewlekariyê û Şandyarê wê yê taybet Dî Mistora pêrabûnên xwe bikin dako Sivîlan biparêzin.
Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûhêr Eletasî, dibîne ko ev dîmena xwepêşindanên aştiyane, dîmenê yekem ji yên Şoreşa Sûriyê bû, û ew gava rabûna wê ya yekem ji bo guherînê bû.
Lê belê tiroristiya dewletê ya ko Esed û dezgehên ewlekariya wî kirin, hiştin ko xwedî-rûmetên Artêşê jê cuda bibin û bigihên rêzên Milet dako berevaniyê di ber gel de bikin.
Etasî berdewam kir: Ev Sûriya ye û ev Şoreşa wê ye, û ev jî Rêjîma tawankar û tiroristiya Esed e.
Sûriya xwedan kûrahiyeke dîrokî û şaristanî ya ji berî hezarên salan de ye, û hîç Rêjîm û milîtanên wî DAIŞ û Hizbullah nikarin evê rastiya ruhnî veşêrin.
Doh li bargeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê, koma kar , ji bo çavdêriya agirbestê li Sûriyê, civîneke lezgîn lidar xist. Ew komît ji koma piştgiriya Sûriyê ya navdewletî hatiye terxankirin.
Civîn li ser daxwaza wezîrê derve yê Frensî Cak Mark Ayro çê bû. Wezîrê Frensî tekez kir ko bargehên Opozisyonê bi êrîşên asmanî hatin bombebarankirin, tev ko peymana rawestandina karên dijayetiyê li Sûriyê dest pê kiriye.
Tevgera milet ya sivîl li Herêmên Sûriyê vegeriya, tev ko derandinên Esed roja Duşembê çê bûn û bêtir ji 43 herêman bombebaran bûn, û 29 kes şehîd ketin, 3 zarok û Jinek di nav wan de hebûn.
Jêder: Hevbendî+Acans