li ser banga xwecihiya Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ENKS ve îro Yekşemê 6 Adarê weltiyên Amûdê mangirtinek li Navenda bajêr li darxistin.
Mangirtin bi armanca piştgiriya doza Fidraliyê ji bo Sûriyê hate lidarxistin , û têde silogan û durişmên Fidralî û yekgirtina xaka Sûrî hatin bilindkirin.
Mihemed Şiwêş endamê emîndariya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku wan ev mangirtin li darxistiye ji ber ku Fidralî ji Sûriyê re çareserî ye û got” piştî 5 salan ji şer û pevçûnan bê goman wê tenê Fidralî karibe xaka Sûriyê ji perçebûnê biparêze”.
Her wiha Şiwêş bal kişand ku Fidralî bi xwe hevgirtin e û ne perçebûne weke ku hin kes dibêjin.
Tê zanîn ku ENKS fidralî weke çareseriya pirsgirêka kurda li Sûriyê di belgeya xwe ya siyasî de nîşan daye .
Jêder: Hevbendî