Di encama teqîna bumbeyeke dengî pênc kesên sivîl duh Dûşemê 7-3-2016 li bajarê Qamişlo birîndar bûn.
Teqîn di demjimêr Yekê nîvro li kolana Elqwetlî li hember gulîstana Elkindî rûda, li gor ku nûçegihanê malpera Hevbendiyê yê li Qamişlo ragihand.
Her wiha nûçgihanê me diyar kir ku birîndar ji bo nexweşxaniya Elselam hatin veguhestin û rewşa wan aram e.
Ji hêla xwe ve, hêzên ewlekariya rêjîmê û esayişên PYD û Sotoro. devera teqînê di zûtirîn dem de dorpêç kirin
Tê zanîn ku ev teqîn ya sêyemîn e ji destpêka sala nû li bajarê Qamişlo rûdide.
Jêder: Hevbendî