Riyad Hicab, Hevrêzkarê Desteya Bilin Ya Danûstandinan bi xurtî tekezî li ser giringiya koçkirina Esed ya yekser piştî damezirandina desteya hukumraniya veguhêz li Sûriyê kir, û biçe ber destê dadgeheke navdewletî bi sedema pêkanîna wî ji tewanên cengê re.
Doh duşembê Hicab got ku wê rikberî dawiya vê hefteyê destnîşan bike gelo wê ew di gotûbêjên aştiyê de li Cinêvê beşdar bibe, û bal kişand ser ku rikberiya Sûriyê gilî-nameyek daye Neteweyên Yekbûyî der barê berdewamiya êrîşên Rûsî yên asmanî tevlî hebûna agirbestê.
Royter li ser zimanê Hecab gotiye ku rêjîma Esed û bi piştgiriya balafirên Rûsî û milîşiyên tayfeperest ên Îraqî û Îranî û Libnanî, bi şêweyekî li pey hev agirbesta demikî binpê kirine û bermîlên teqîner û xazên jehirdar biker anîne.
Û Hicab diyar kir ku desteya Bilind Ya Danûstandinan wê şêwra serkirdeyên leşkerî û ji bilî wan jî bike, derbarê amadebûna gotûbêjan, û got ku beşdariya gotûbêjan hewcedariya wê bi hebûna seqayeke guncayî heye.
Û got ku wî nameyek ji Ban Kî Moon, Emîndarê Giştî yê Neteweyên yekbûyî re şandiye, ji bo gilî bike, derbarê nexşeya cihên girûpên çekdar, ya ku wezareta berevaniya Rûsî belav kiribû, û got ku ew nexşe ne hûrbîn e.
Û hicab diyar kir ku eger ew nexşe birastî pê were kirin, wê bibe binpêkirinek beloq ji rêkeftina Rawestandina Karên Şer re.
Jêder: Ajans