Berpirsekî pile bilind di Wezareta derve ya Amerîka de tekez kir, ku Partiya Yekîtiya Demokrat ya tê binavkirin (PYD), wê beşdar nebe di danustandinên “Jinêv” de, yên bo hewla dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê.
Heman berpirsî amaje kir ku wê danustandin sibe roja çarşemê li 9ê adarê di navbera aliyên Sûriyê de destpê bikin, ligor ragihandina Stîvan Dîmestora şanderê navnetewî yê taybet bo Sûriyê.
Wî berpirsî yê nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku heman şanda opozisyonê ya beşdar di danustandinên Jinêv di 29ê çilê paşî de, wê di danustandinên tên de beşdar be, û tekez kir ku (PYD)ê wê ne beşdar be di wan danustandinan de.
Têzanîn ku desteya bilind ya danustandinan tevlîkirina şandeke sêyamîn bo gotubêjan ret dike, ya ku bi rêka hewlên Rûsiya tê xwestin, û rêkxerê giştî yê desteyê Riyad Hicab di demek berê de, Rûsiya tawanbar kir bi astengkirina pêvajoya danustandinan.
Jêder: Hevbendî + Anadol