Ebdulhekîm Beşar, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, bangek ji Şervanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat re şand û doz li wan kir ku jê cuda bibin û li rêzên miletê Sûriyê û Şoreşa wê vegerin, û li kêleka Artêşa Sûrî ya azad û alayên Şoreşê şer bikin.
Û di daxuyaniyaek taybet de ji Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî re got: “Serpereştên we bazirganiyê bi xwîna we dikin, û ji bo parastina textê Rêjîmê rewanên we arzan dikin, rêjîma ko rêbaza wê bi Kurdan re kuştin, girtin û zordarî û birçîkirin û koçkirin bû, Rêjîma rûmeta Kurdan binpê kir, ya hemû Kurdan”.
Bêtir got: “Çi ecindeyên niştimanî an netewî bi serpereştên we re nîn in, lê belê yên herêmî bi wan hene, Zarowên Kawa û Selaheddîn; berê tifinga xwe bi sînga diktatorê Şamê û milîtanên wî vekin, berê tifingên xwe bidin peyayên Rêjîma Esed û DAIŞê, nedin ya azadîxwazên Sûriyê, kuştina hevwelatiyekî Sûrî ji bil peyayên Rêjîmê û DAIŞ wek ko hûn hemû Kurdan dikujin.”
Her wiha Ebdulhekîm Beşar tekez kir ko Hevbendî ji bilî têkçûna Esed û simbolên zordariya wî hîç tiştekî din napejirîne, û divê ew radestî dadgehên niştimanî yên dadperwer bibin, da sizayên xwe bibînin, bi sedema kuştin û girtin û koçkirin û kuştarên komel û bikaranîna çekên qedexekirî, Ew çi bikin tucaran nikarin rêjîma zordar ji hêrsa gelê Sûriyê biparêzin.”
Ebdulhekîm Beşar tekez kir ko “pêşendeya herî giring ji tekoşîna me re, wê dabînkirina fakterên xweragiriyê û serkeftinê ji milet û Şoreşê re be, û pêdiviyên xweragiriya sivîlan ji xwarin û cil û dermanan pêk bînin, û ji şervanên qehreman re çekên coreyî dabîn bikin. ” û got ku Hevbendî ji bo piştgiriya civaka navdewletî jî kar dike da piştgiriya Şoreşa miletê Sûriyê bike, heta serkeftinê misoger bike.
Jêder: Hevbendî