Artêşa Azad û tabûrên şoreşê, berbanga îro, êrîşeke berferh birin ser rêxistina DAÎŞê li bakurê Helebê, û karîbûn wê ji herdu gundên sînorî, Tiqilî û Dudiyan biqewtînin.
Ku di pêşiyê de Lîwayê Elhemza bi topên hawinê û bi reşaşeyan rê vekirin, û paşî li ser bêhtir ji tewerekî, şer û pevçûnên dijwar li dijî çeteyên DAÎŞê di nav gund de çêbûn, û paşî Lîwayê Elhemza û firqa Elsiltan Murad û Feyleqê Elşam û Lîwayê Siqûr Elcebel û Lîwayê Elmu’htesim û piştî 6demjimêran ji şer û pevçûnan, karîn gundê Toqilê yê stratîjîk kontrol bikin, û hejmarek ji çeteyên DAÎŞê bikujin.
Herwiha artêşa azad karîbû gundê Dudiyan ji destê rêxistina DAÎŞê rizgar bike, piştî kuştina bidehan ji çekdarên DAÎŞê.
Jêder: Hevbendî