Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Suhêr Eletasî: Jina Sûrî Ket Ber Tawankariyê Û Hêj Rêjîma Esed Ji Derveyî Sizakirinê Ye

March 8, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Suhêr Eletasî: Jina Sûrî Ket Ber Tawankariyê Û Hêj Rêjîma Esed Ji Derveyî Sizakirinê Ye

Suhêr Eletasî, endama Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, diyar kir ko gelek arîşe têne serê Jina Sûrî, ji koçkirin û derbideriyê ; heta bi windakirina Mêr û xizm û zaroyan û girtin û hem tundûtûjiya sêksî, û mirina ji ber birçîbûnê an di bin bombebaranê an bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de.

Di Simînarekê de bi helkeftina Roja Jinê ya Cîhanî, li ser derdê Jinên Sûrî û rola wan di serpereştiya Şoreşê de, digel Endama Perlemana Filestînî Necat Elestil, û organîzekirina Encûmena  Niştimanî ya liberxwedana Îranî, Suhêr Eletasî tekez kir ko giring e babeta Jinê ji hêla Netewên Yekbûyî ve guhdaneke mezintir lê bibe, û bi taybetî tawankarên cengê yên rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest û dagîrkerên Rûs û Melayên Îranî yên li Tehranê hêj neketine ber pirsîn û sizakirinê.

Û got: “Jina Sûrî hem qurbanî ye û hem jî serpereşt e. û ji destpêka Şoreşa azadiyê di Adara 2011an, Jin li rêza Şoreşê a yekemîn bû. bi gelek rolan rabû, rola yekem; Jina Şoreşger dengê wê ji bo azadiyê di xwepêşindanan de bilind bû, ew xwepêşandanên wê bi xwe jî organîze dikirin, û dengê Jinê ji fîşekên Rêjîmê bi hêztir bû, ew xwepêşindan bi qehremanî organîze dikirin, ne tenê di beraberiya Rêjîmê de, belê dijî rêkxistinên ko derbasî Sûriyê bûne û bi Rêjîmê re hevalbend in, ji wan jî Milîtanên bi Îranê ve girêdayî û milîtanên Hizbullah û Daiş û hinên din. ”

Eletasî destnîşan kir ko Jina Sûrî di damezirandina Hevrêzên Şoreşger û Rêkxistinên pêşî yên gêncan û hem di ragihandinê de jî beşdar bûye. Dengê Şoreşê û wêneyên wê ber bi cîhanê ve guhastin. Rola Jina mafnas jî di belgehkirina zêdegavî û binpêkirinên hêzên Esed di dermafê xwepêşinderên sivîl de û hem Çalakvanên aştîxwaz jî belge kirine. 

Endama Hevbendiya Niştimanî Sûrî bal kêşand ser ko gava Rêjîm li ser çareseriya leşkerî sûr ma, rola Jina bijîşk û alîkara bijîşkan di çareserkirina Birîndaran de di nexweşxaneyên meydanî de hebû. Tekez kir ko Jinên Sûrî di bin bombebarana berdewam de, ya bi mûşek û bermîlên teqîner de, tev li karînên hindik, jiyana bi sedan kesên Sûrî rizgar kirin.

Eletasî berdewam kir û got: “Rola Jina Sûrî di Şandeya Opozisyona Sûrî ya kongirê Cinêva 2 de ya danûstandinan di meha kanûna 2 û Sibata 2014an de bingehîn û xuyayî bû, çimkî ewê jî digel endamên Opozisyonê yên din beraberiya Şandeya Rêjîmê ji hêla siyasî, diblomasî û mirovî ve kir, û digel hevalên xwe dengê Şoreşa Sûriyê gihand cîhanê.. Îro jî rola wê di desteya bala ya danûstandinan ya Cinêva 3 de diyar e, digel Alayên Şoreşger yên çekdar û rêkxistinên siyasî û tevgera sivîl di rojên ko Şoreş ruhniya xwe vedigerîne û bi siloganên xwe ên yeken “Milet rûxandina Rêjîmê dixwaze ” û “Miletê Sûrî yek e” pabendiya xwe dubare dike.

Gotina xwe wisa bidawî kir: “Tev vê stemkariyê tevî jî,  lê her em ê bi hêvî bimînin.
em vê ji miletê Sûrî hîn bûn, bi vegera siloganên xwepêşindanan ji nû ve, û bi vejandina rewanê siloganên Şoreşa azadî û rûmetê. Û bi baweriya min bi evî miletê hêja ez her wisa bawerim ko ew Jina beraberiya fîşekên rêjîmê û tiroristiya milîtanên hevalbendên wî bi siloganên azadiyê kir. û ew Jina rojnamevan ya ko di metirsîtirîn dem de kar kir, da ji cîhanê re dengê Şoreşa miletê xwe diyar bike, û ew Jina mafnas ya ko tawankarî û zêdegaviyan belge dike, û Jina ko birîndaran di bin bombebaranê de çareser dike, û Jina siyasetmedar û diblomasî ya ko di ber mafê miletê Sûrî de tekoşînê dike, ew heman ew Jin e ya ko nuhokê çê dike û Paşerojê ava dike û ew heman ew Jin e ya ko dê mafê xwe bidest bixe û wê rola xwe di mijarên siyasî, rewşenbîrî û civakî û mirovî de bibîne.  ”

Ji aliyê xwe ve endama Perlemanê Filestînî Necat Elestil silavên xwe ji Jina Sûrî re şand û got: “em digel wê ne wê stem gelek dîtiye û ew Jin dikare serkêşiyê bike û dikare guherîna ketwarê bi ketwareke çêtir bike”.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Roja Cîhanî ya Jinê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.