Daxuyaniyeke Rojnamevanî
roja cîhanî ya jinê derfetek e, ku pêwîst e têde rêz û spasiya xwe ji jina Sûrî re bînin ziman, û derbirîna rêzgirtin û serfiraziya xwe bi rola wê bikin, rola sereke di bizavên mezin ên dayîk û keçên çalakvan, yên li ser sercem astên şoreşa Sûriyê pê dirabin.
Di destpêkê de pêwîst e em tekez bikin ku ew sitûna şoreşê ne, ku sebr û heza wan ji serkeftina şoreşê di kawdanên zehmet û rûbirûbûnên mezin de, yên rastî şoreşê hatîn, her ji destpêka wê û heta vê gavê, bi xwe bingehên sereke bûn bo xwerageriya gelê Sûriyê, ku birastî jina Sûriyê cihê xwe yê taybet dagirt, nirxek mezin hebû bo her amadebûnek û roleka wê ku kesek nikare çavê xwe jê bigire.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya jina Sûriyê bi vê helkeftê dike; hevdem tekeziya berdewamiya rola wê ya karîger û herdemî di warê avakirin û serastkirina karê şoreşgerî de li ser hemû astan girig dibîne, û daxwazê ji jinên Sûriyê bitevahî dike ku xwe zêdetir tevlî navenda standina biryaran û navendên cêbicêkirinê û bazinên karîgeriyê bikin, dîsa balê dikişîne ku pêwîst e wan kosp û rêbendan derbas bikin, ewên dibin asteng û rêgir li pêş pişkdariya wan di avakirina evroj û paşeroja Sûriyê de bi awayekî ku hêjayî pileya wê be.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngega Ragihandinê
8 adar 2016