Xwecihiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Roja Cîhanî Ya Jinê li piraniya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê îro Sêşemê 8 Adarê vejandin.
Li Qamişlo nivîsgeha jinê ya ENKS û bi amadebûna nûnerê partiyên siyasî û yên civaka sivîl û komeleyên Jinan dûrî dîmenên kêfê ev helkeft vejand, û têda gotin û helbest hatin pêşkêşkirin.
Heyat Qiçço endama emîndariya ENKS li ser vejandina vê helkeftê ji malpera Hevbendiyê re got” me li gor biryara emîndariyê roja cîhanî ya jinê li piraniya bajar û bajarokan vejand, û nûnerên rêxistinên jinan gotin bi navê ENKS xwendin têde ev roj li teveya jinên cîhanê pîroz kirin” .
Qiçço diyar kir ku jin sembola jiyanê û nîvê civakê ye, û pêwîste mafê xwe wergire û rola xwe bilîze da ku civak bi şêweyekî rast û durust berdewam bike.
Her wiha Qiçço nîşan da ku şoreşa Sûrî veguhstinek bû di çespandina mafê jinê de û got “em bihêvî ne ev şoreş bi ser bikeve da ku azadî li welatê me bicih bibe û jin têde hevpar be”.
Jêder: Hevbendî