Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destdirêjiya ko li ser hin tevrabûn û xwepêşindanên aştiyane li Gundewarê Idlib pirotesto kir.
Hevbendî li dijî awayê destdirêjiya li ser xwepêşindanan e, ew dibîne ko ew jî heman awayê Hêzên Esed di zêdegaviyan de ye, kî be bila bibe. Hem tekez kir ko miletê Sûrî di Adara 2011an raperî û doza azadiya xwe kir, û çi awayê zordariyê red dike, û hemû tişt da ber çavên xwe, û çi alî be nikare li ber milet di misogerkirina armanc û mafên wî de astengiyan çêbike.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got: “Xwepêşindanên ko di rojên buhurî de derketin, nûnerîtiya nameyeke aşkere dikin û hemû jê fehm dikin, bi zimanekî ko ala Şoreşa Sûriyê ya ji Dera heta bi Helebê dirêj bûye hatiye nivîsandin. Tekez dike ko miletê Sûrî bi evê alê pabend in, ya ko nûnerîtiya daxwazên wan dike û ji bo wê her tişt dane.
Milet dîsa vegeriya û ew al di ser hemû alan re hilda. Wek bawerî pê ko nûnerîtiya mafên wan dike û ji bo rizgariya ji stem û zordariyê tête hildan.
Hevbendiyê tekez kir ko Miletê Sûrî êdî çi aliyê ko bibe asteng di navbera wî û mafên di azadî, dad û rûmetê de dê ewî bavêje. Bila ji hemûyan ve diyar û nîşanek be, Esed û yên li kêleka wî rawestiyane, bê çawa milet di rûyê wan de derket û ji bo vegerandina mafên xwe bi Şoreşeke bêhempa rabû.
Jêder: Hevbendî