Hêzên Esed li gundewarê Şamê di binpêkirineke agirbestê ya nû de, hewl da ku bişev derbas bibe bo rexê başûrê otistradê Elselam li kampa Xan Elşîh ji rexê rêbenda bermîlan ve, bi armanca çespandina çeperan û dirustkirina hêlên xwe yên bergiriyê yên pêşkeftî li navçeyê, ku şer û pevçûnên dijwar ketin di navbera şoreşger û hêzên Esed de, di encamê de hêzên Esed ji çeperan vekişiyan piştî ku hejmarek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku eve demek dirêj bû li bereya otistiradê elselam li Xan Elşîh aramiyek mezin peyda bibû berî ku hêzên Esed agirbestê bikar bînin, bi bombebarkirina mûşekan û topxaneyan êrîş bike, di hewla ku pêş bikeve û hin xalên pêşkeftî yên nû li navçeyê kontrol bike.
Hin çalakvanan gotin ku hêzên Esed siyaseta qada şewitî di bombebarankirina navçeyên lê pêşdikeve bikar tîne, nemaze li ser aniyên Elmerc ku hêza Esed ji nû hewl dide pêşbikeve li aliyê zeviyên Şahir yên dikevin rojavayê peymangeha çandiniyê piştî armanckirina wê bi mûşek û topxaneyan bi dirêjahiya şevê û heta niha jî berdewamin.
Ku armanca hêzên Esed ji hewla pêşketina îro ber rojava, dorpêçkirina bajarokên başûrî Xûta bi rêka vekirina rêya di navbera hêzên xwe de ji Elfedayî bo navçeya bala.
Hevdem digel bombebarankirina zaf ya bi tank û zerîpoşkên şêlka û tevî armanckirina navçeyê di berbanga îro de bi bêhtir ji 6 mûşekan ku hêzên şoreşgeran kar dikin bo rûbirûbûn û bersivdana pêşketina hêzên Esed li ser çendîn tewaran.
Li aliyek din artêşa azad û tabûrên şoreşê kontrolkirina gundê “Qerekobirê” li bakurê Helebê û qewitandina rêxistina DAîŞê ragihand, piştî ku hejmarek ji çekdarên wê kuştin.
Jêder: Hevbendî + Tora Elşam