Cîgerê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Miwefeq Nêrebiyê, tekez kir ko rewanê Şoreşê berdewam e, wek berê ye, gava ketina Şehîdê yekem li bajarê Deraa, û va ye di rojên dawî de ji bin tirafê derket.
Nêrebiyê bêtir got; vejandina civaka sivîl ya Sûrî çêbûye, û rola Jina Sûrî ya ko di Şoreşa Sûriyê de beşdar bûye heye, û ev bêtir ruhniyê dide rûyê Şoreşê.
Cîgerê serokê Hevbendiyê tekez kir ku gerek Esed û simbolên wî yên dershiladar siza bibin, û pabendî bi dadiya veguhêz û lihevhatina niştimanî ji destpêka qonaxa veguhêz de bibe.
Melbenda Dîmuqratî Sûrî Ewropî û Rêkxistina “Bê Dadî Aştî Nîn e”, û bi çavdêriya Hevbendiya Niştimanî Sûrî “Mijarek” bi navûnîşana “Sûriya: pênc sal li pey dîmuqratiyê û pirsiyanê” birêve bir, ew di ber gera 31ê re, ya Encûmena mafê mirovan ya ko nuha li Cinêvê çêdibe û dê heta 24 evê Adarê berdewam bike.
Mijar bi hevkariya şandeyên berdewam libal Nivîsgeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê yên Qeter, Belcîka, Firensa, Elmanya, Îtalya, Lîxtinştayin, Holenda, Tirkiyê, Birîtanya û Emerîka çêbû.
Her wiha li rex Nêrebiyê, Garît Bîlî nûnerê Birîtanya yê taybet libal Sûriyê, û Maykil Ratînî şandyarê Emerîkî yê taybet bibal Sûriyê , û Hekmarek çalakvanên Sûrî di biwara mafê mirovan de, di gengeşeyê de beşdar bûn.
birêz Hisên Elsebax emîndarê giştî yê Melbenda Dîmuqratî Sûrî Ewropî, li gel Nîkolo Fîga Talmanka Emîndarê giştî yê rêkxistina“Bê Dadî Aştî Nîn e” civet birêve bir, her wiha li çend nûnerên herdemî yên dewletên endam di Encûmena Mafê Mirovan de û hin ji Rêkxistinên nefermî yên Sûrî û Dezgehên navdewletî lê amade bûn.
Ev civat hevdem li gel bûhirîna pênc salên Şoreşa gelê Sûrî re lidar ket, Şoreşa ko bi aştiyane ji bo azadî û rûmetê û li dijî tundiya Rêjîma Esed dest pê kir, civet derfetek bû da di navbera serpereşt û çalakvanên biwarê mafê mirovan de gengeşe bibe, da pêşindeyên aştiyê ji civakên xwecihî û civaka sivîl li seraserê Sûriyê ber bi Rikberiya guncaw û civaka navdewletî ve biguhêzin, çimkî ew dabîngerên danûstandinên Sûrî yên Cinêvê ne.
Her wiha di Mijarê de encamên Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî ya hate ragihandin li ser xakê anîn ziman, û mijara pirsiyanê û dadê, hem lêvegera ziyanên ko li qurbaniyan bûye, bingehê aştiya herdemî ne. Her wiha hemûyan rola Jinê di pêkanîna aştiyê de û di jiyana siyasî, sivîl ya Sûriyê de bilind nirxandin, çimkî ew şirîk e ne beşdar e. Her wiha mijara belgehkirina tawankariyên berê û yên nuha jî di derheqê sivîlên Sûriyê di danûstandinên nuha hate gengeşe kirin.
Jêder: Hevbendî