Tevgera Ciwanên Kurd TCK bîranîna pêncem ya Şoreşa Sûriyê li herêma Heyaka ya bi ser bajarê Dêrikê ve roja Înê 18.03.2016 vejand.
Kesên aheng kirin ala serxwebûna Sûriyê ya sîmbola şoreşê ye, û alên Kurdî bilind kirin, û siloganên jiyana Şoreşê û tekezkirina berdewamiya wê û doza rûxandina rêjîmê dikin hildan, û piştgiriya bajarên din yên Sûriyê ko dikevin ber bombebaranê û dorpêçkirinê anîn ziman. Her wiha siloganên doza çareserkirina kêşeya kurdî li Sûriyê hildan.
Kesên aheng kirin sirûdên Şoreşê stran, û hin helbest û gotinên ko rola Tevgera Ciwanên Kurd di Şoreşê de li Herêmên Kurdî bilind nirxandin pêşkêş kirin.
Ev çalakî yek ji karên Tevgera Ciwanên Kurd bû, yên ku pê bîranîna Şoreşê vejandin, ji bo diyarkirina nirx û armancên wê yên azadî û rûmetê.
Tê zanîn ko Tevgera Ciwanên Kurd roleke aktîv lîstiye di rêkxistinkirina tevgera xortan li herêmên Kurdî ji despêka Şoreşê de, û ew yek ji aliyên damezrêner ên Encûmena Niştimanî ya Kurd e.
Jêder: Tevgera Ciwanên Kurd