Xwepêşandanên berfireh, doh , li gelek bajar û herêmên azadkirî derketin, ji bo vejandina bîranîna pêncemîn ya vêketin şoreşa Sûrî ya gewre ya di adara 2011 de bû, û siloganên xwe yên pêşîn bilind kirin, ” gel ruxandina rêjîmê dixwaze”, “gelê Sûrî yek e”, û her gaveka ku parçekirina welat armanc dike red kirin.
Xwepêşandan li gundewarên Heleb,Idlib,Himis û deraa derketin, û xwepêşandêran ala şoreşê bilind kirin, û tabloyên ku tekeziya ruxandina Esed dikin hildan, û serbest berdana girtiyan, vekirina dorpêçê ji ser sivîlên rêjîma Esed ew dorpêç kirine, û di siloganên xwe de berdewamiya şoreşê tekez kirin û redkirina xwe ji hebûna çi rolekê ji Beşar Esed re di desthilatê de anîn ziman.
Her weha Tevgera Ciwanên Kurd TCK, bîranîna pêncem ya Şoreşa Sûriyê li herêma Dêrikê roja Înê 18.03.2016 vejand, kesên aheng kirin ala şoreşê bilind kirin û duruşmên vejîna şoreşa Sûrî gotin, û tekezî li ser berdewamiya wê kirin,û daxwaza ruxandina rêjîma Esed û piştgiriya bajarên Sûriyê yên tuşî bombebaran û dorpêçkirinê bûne kirin, û siloganên tekeziya mafên rewa yên kurdan li Sûriyê dikin hildan.
Her weha xwepêşandêran redkirina xwe ji ragihandina “fedraliyê” ji aliyê hin milşyayên PYD ve li deverên di bin kontrola wan de tekez kirin, xwepêşandêra ev gav dîtin ku ew gava pêşî ye ber bi parçekirinê de, û tabloyin bilind kiribûn li ser nivîsî bûn ” Na ji fedralîzmê re, na ji Parçekirinê re”.
Jêder : Hevbendî