Şanda Şoreşa Sûriyê ya danûstansadinên Cinêvê, xweşhaliya xwe bi Belgenameya pirinsîbên çareseriyê ya ko Şandyarê navdewltî Dî Mistora pêşkêş kiriye dide, û li ser daxwaza damezirandina Desteya desthilatdariya veguhêz ya bi hemû karûbaran tekez dike, çimkî ew dergehê bingehîn yê çareseriya siyasî li Sûriyê ye.
Cîgirê serokê şanda bala ya danûstandinan Corc Sebra got: Eger fişara Rûsya li ser rêjîma Esed tune be, em tu caran nagihên çareseriya siyasî, û şanda rêjîmê bi nejidilî û dekan tawanbar kir. bêtir got ko çûna ji bo danûstandinan dê di destpêka Hefteya duyem di Nîsana dahatî de be.
Her wiha berdevkê Şanda danûstandinan Salim Elmislit Şanda Rêjîmê bi astengîkirinê tawanbar kir û got heta nuha tiştek pêşkêş nekiriye. Û got ku Şanda Opozisyonê têbîniyên xwe danîne ser pelga ko Şandyarê navdewletî pêşkêş kiriye, û destnîşan kir ko Dî Mistora guhdanê li mijara veguhestina siyasî dike.
Jêder: Hevbendî+Aljezîre