Îro xwepêşandan hatin kirin li tevahiya xaka Sûriyê, di bin navê îna “Esed Çêkerê Terorê Ye”, ev nav ji aliyê xwepêşanderan hat lêkirin, wek amajeyekê bi hebûna destê rêjîma Esed di teqînên Biroksilê de, û herwiha wek amajeyekê li ser gefxwarinên berê yên miftiyê rêjîmê Ehmed Hesûn; ku gef kiribûn bi encamdana kiryarên xwekujî ji aliyê hin xwekujên wan yên li Ewropa dijîn, yên girêdayî rêjîmê û hevalbendên wê ji rêxistinên terirîst wek DAÎŞê.
Herwiha xwepêşanderan daxwaza ruxandina rêjîma Esed kirin, û daxwaza yekxistina hemû hêzên şoreşê di çarçoveyekî leşkerî yê yekgirtî de, û bi bilindkirina ala şoreşê, û pêdagirî li ser pêgirî û pabendbûn bi piransîpên şoreşê bê dudilî.
xwepêşandan li bajarê Elhara û Elcîza û Elherak û Da’îl û Seyda li parêzgeha Der’a derketin, û li taxên Cober û Qabûn li Şamê, û li bajarokên Xûta rojhilat; E’în Terma û Seqba û Dûma û Erbîn û Zemalka, û li Himusê; li taxa Elwe’ir û Telbîsê û Resten, û li Idlibê; Kefrnibil û Me’ret Elnu’iman û Xan Şêxûn û Teftenaz û Elbişêriyê û Elhêbit û gundê Elhimamê û Hizano û Circinaz li gundewarê başûrê Idlibê, û li Helebê; xwepêşandan li Îzaz û taxa Elhalik û di bajarokên Kefr Hemra û Elîbizîmo û Elhor û di çendîn gund û bajarokên din yên Sûriyê de derketin.
Jêder: Hevbendî