Semîra Mesalmê cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku nûnerên serekî ji jinên sûriyê re, jinên girtî, dayikên şehîdên şoreşa Sûrî ya gewre, û hevjîn û qîzên şehîdan ne, û tiştekî xuristî ye dema daxwaza wan ya pêşîn ne hilanîna sizayên aborî ji ser rêjîma Esed be!, yê ku hevser û zarokên wan û azadî ji wan standine, di amajekirinekê de ku “Encumana Şêwirdarî ya Jinan” ev daxwaz kiriye, dema hevdîtin bi şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora re li Cinêvê kirin.
Û bi xurtî tekezî li ser wê yekê kir, ku jinên Sûriyê dixwazin veguhestinek siyasî ya ku dadwerî û azadî û wekheviyê ji tevahiya sûriyan re li Sûriyê pêk bînin, û her tewankarê ku zêdegavî der barê gelê Sûriyê kirine bên sizakirin û di serî de Esed û tewankarên rêjîma wî.
Mesalmê amaje kir ku jina Sûrî di nav rêzên şoreşê de bû ji yekemîn roja xwepêşandanan de, û wek xwepêşander û siyasetmedar û serkirde beşdar bû, û îro jî ew li meydanên şoreşê û di dezgehên Hevbendiyê û Desteya Bilind ya Danustandinan de û ji bilî wan jî beşdar e.
Û cîgira serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku saziyin jinan yên Sûrî hene, birastî nûnertiya jinên Sûriyê dikin, wek lobiyê jinên Sûrî û ji bilî wê jî.
Lûbiyê Jinan Yê Sûrî berî du rojan daxuyaniyek belav kir, têde tekezî li ser wê yekê kir ku çareya siyasî li Sûriyê nikare bibe, bêyî veguhestineke dîmoqratî ya ji kok de, di riya desteke desthilata veguhêz bi karûbarên tekûz, di heman demê de red kirin ku nehêlana rola jina û astengkirina wan bi têgahin bêgiyan wek”Çêkerên Aştiyê” wek mînak, dûrî rola wan ya siyasî û mafnasî û têkoşerî dijî hemî şêweyên stemkariyê ye.
Û lobî di daxuyaniya xwe de dîsa tekezî li ser giringiya berdana girtiyan ji zindanên rêjîmê kir, û her weha vekirina dorpêçê ji ser tevaya deverên dorpêçkirî li sûriyê.
Tê gotin ku Lobiyê Sûrî Yê Jinan di 15 temûza 2014an de, li bajarê stembolê hatiye damezirandin, û ew lûbiyeke siyasî yê serbixwe û ne bi ser partiyan ve ye, pabende bi hevpariya wekhevî di navbera jin û mêran de, û beşdariya di çêkirina tevaya biryarên siyasî li Sûriyê .
Jêder: Hevbendî