Wênesazê kerîkatêr Usama Mihemed, yê ji parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê, sûre li ser berdewamiya sazkirin û belavkirina wêneyên kerîkatêr yên “pêkenînê” bi rêjêma Esed û hevalbendên wî dikin, tevlî bombebarankirina firokên cengê ji mala wî ya li taxa Riya Bendavê re, ya dervî kontrola Esed.
Mihemed yê 33ê salî, ji berî du hefteyan de, di ger û daneheva wêneyên xwe yên karîkatêr û yên hunerî û alavên xwe yên wênesaziyê yên ku gelek ji wan têk şikestin û belav bûne ji encama bombebaranê berdewam e, di dema ku wî odeyek ji mala xwe ya piçûk kiriye wênesazgeha xwe, û amadekariyan dike da ku pêşengehekê ji 200 tabloyên ji sazkirina xwe lidar bixe.
Her weha Mihemed zarokan hînî wênesaziyê dike, û wê hêminiya piştî agirbestê peyda bûye, wek derfetekê ji xwe re dibîne.
Ev kar dibe di dema ku rêjîma Esed ji ketina danûstandinên yekser û rûlirû bi şandeya şoreşa Sûriyê re li Cinêvê ji bo bidawîkirina derdeseriya gelê Sûriyê û vekirina rê ji bo avakirina Sûriyake nû û rawestandina sûlava xwînê û dabînkirina vegera penaberan bo malên xwe bazdide.
Jêder: Anadol+Hevbendî