Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ûsama Tilco diyar kir ku gelê Sûriyê daxwaz çareseriyek herdemî dike û qayîl nabe bi çareseriyên demkî yan yên parekî, û got ku çarenivîsê Esed her çûn e û wê bête zanîn digel destpêkirina geşteke nû ya danustandinan.
Tilco di daxuyaniyek taybet de balkişand ku “rêjîmê hêjî fêlbaziyan dike ji bona bêhtir muhletê werbigire, lê wê sernekeve”, amaje kir ku gelê sûriyê rijde li ser çûna Esed û pêkanîna veguhestineke rasteqîn di Sûriya de.
Herwiha Tilco dazanîn ku rêjîm ji danustandinên rasterast xwe dikişîne, û şanda rêjîmê xwe dûr dike ji gengeşekirina mijara veguhestina siyasî ji ber pêdagiriya Bişar Esed bi desthilatê li ser kîsê xwîna xelkê Sûriyê yên gelekî zehmetîkêşandin ji terora wî.
Jêder: Hevbendî