Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê “Iqab Yihya” tekez kir ku, Kurdên Sûriyê beşekî resen in ji şoreşa Sûriyê ji dema destpêkirina wê di Avdara 2011an de, û ne tenê hevpişk in di şoreşê de, herwiha ciwanên Kurd berya her kesî xwepêşandan li bajarên Sûriyê lidarxistin, bi taybet li bajarên Kurdnişîn.
Yihya bal kişand li ser hewildanên rêjîma Esed bo ku Kurdan bi aliyê xwe ve bîne, yan bi kêmanî wan dûrî şoreşê bixe, lê hewildanên rêjîmê bê sûde çûn, û beşê herî mezin ji Kurdan ev yek redkirin.
Herwiha Yihya tekez kir ku, Kurd pêkhateyeke resen e ji pêkhateyên gelê Sûriyê, û dê bighên mafên xwe yên netewî di Sûriya nû de, herwiha pêkhateyên din jî mîna Ereb, Tirkman, û Asûrî, û destnîşan kir ku her lêdwanek ji çi alî be ku li dijî van rastiyan be, xizmeta berjewendiya niştîmanî û xizmeta armancên şoreşa Sûriyê jî nake.
Yihya lêzêde kir ku, şoreşa Sûriyê ji roja yekemîn ve derket da ku azadiyê ji hemû welatiyên Sûriyê re bixwaze, yên ku ji destêkê ve durişma “Yek e yek e gelê Sûriyê yek e”rakir, û Sûriyê şanaziyê bi firehnetewî û olî dike, û dê Sûriya paşerojê ya hemû pêkhateyan be.
Jêder: Hevbendî