Desteyên mirovî yên xwecihî hişyariya pêkhatina karîsteke mirovî dan, ku 40 hezar welatiyên sivîl dê hêzên rêjîma Esed wan li devera El-Merc li Başûrê Xuta Şamê ya Rojhilat dorpêç bikin.
Wan Desteyan tirsa xwe anîn ziman, ji dubarekirina sînaryoya Medaya û Zebedanî û Mu’edemiyet El-Şam li Gundewarê Şamê, herwiha Kampa Yermûk li Şama paytext û bajarê Dêra Zorê li Rojhilatê Sûriyê, eger rêjîma Esed ew ji bajar û bajarokên Xûta cuda bike, nexasim ku ew dever di jêr dorpêçê de ye ji heyama zêdetirî du salan ve.
Herwiha rêjîma Esed dixwaze rêya ku welatiyên sivîl bikar tînin, di navbera herdû bajarokê Zibdîn û Dêr El-Esafîr, û di navbera herdû bajarokên Kefer Betna û Cisrîn de qut bike, û ev rê damara sereke ye di navbera Xûta û başûrê wê de, da ku rêjîma Esed destê xwe deyne ser selika xwarinê ya deverê, ku rûberê wê bi qasî 5hezar Donim e, ku ev yek li pişt xweragrtina Xûta Rojhilat bû, piştî dorpêça zêdetirî 3ê salan.
Çalakvanên deverê gotin ku, bajarokên di jêr gefa dorpêçê de ne ev in, Zibdîn, Dêr El-Esafîr, Bizîne, El-Rikabiyê, El-Diwêr, Heresta El-Qentera û Bala û Nola ku zêdetirî 3ê hezar malbat lê dijîn.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Eymen Mistefa ku yek ji pijîşkên Nexweşxaneya Dêr El-Esafîr ya Meydanî ye, hişyarî derbarê rûdana karîsteke mirovî da, ew jî li gor wî vedgera du sedeman, yek ji wan nebûna xizmetguzariyên pijişkî li deverê ye, û karkirin tenê di xalên pijişkî yên biçûk de pêk tê, ku nikare çareseriyê ji nexweşiyan re dabîn bike, û ya duyem pirbûna welatiyan li wê deverê ye, û ev yek dihêle ku kardroyên pijişkî kêm bin li gor hejamar zêde, herwiha paşmayên pijişkî ji encama dorpêça berdewam.
Mistefa tekez kir ku, zarok yên herî zirarmend in, ji ber ku nêzîkî salekê ye nehatin telqîhkirin, herwiha kesên ku nexweşiyên wan giran in û jinên avis jî, û evna bi berdewamî heweceyî guhdan û derman in.
Jêder: Cezîrê.