Encûmena Niştimanî Kurdî, daxuyaniyek derxist, der barê tawanbarkirinên PYD Yên bêbextî û jirêbirinê, di heqê Serpereştên wê, têkoşer Ibrahîm Biro serokê Encûmena Niştimanî, Ebdulhekîm Beşar û Fûad Elîko endamên şanda danûstandinên Cinêva3, û Şanoyek mîna yên berê çêkirine, û dibêje malbatên şehîdan dozdarî li rex (Dîwana Dadiyê) ya Qamişlo dijî wan rakirine, doz dibêje ko evan zêdegavî li ser pirinsîbên şehîdan û pirinsîbên -ya ko tê bi navkirin- “Şoreşa Rojava” kirine, û danpêdana wan ya diyar bi Rêveberiya xweser tune ye, û doza peyketina wan kirine, û ew wek tawankar û nandoz dîtine.
Encûmen di daxuyaniya xwe de dibêje: “Mixabin ko PYD sivikayî bi hemû pirinsîbên şehîdbûnê û Şehîdan kiriye, û nebaşiyê di derbarê cangorîbûna wan de dike, bi derbaskirina wan di nav nakokiyên siyasî yên kîndar bi serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî re, her wiha berê jî ev tohmet bi têkoşer Ebdulrehman Apo endamê komîta navendî ya PDK-S vekirine, yê ko heta nuha li cem wan girtî ye.”
Daxuyaniyê bêtir got: “di heman çaxê ko siyaseta PYD li gorepana navdewletî têkçû, Serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî amanc dike, di hewldanekê de ko dixwaze bizava Encûmena Niştimanî ya siyasî û diblomasî di heman çaxê ko danûstandin di navbera herdu aliyan de -Şanda Opozisyona Sûrî û ya Rêjîma Sûrî li Cinêvê bi çavdêriya navdewletî- çê dibe. Ev serpereştên ko ewan amanc dike, berevaniya rewaya kêşeya Kurdî û giringiya danîna wê li ser masa danûstandinan dikin, li gora dîtina Encûmena Niştimanî Kurdî ji şêweyê dewleta“Fedral” li Sûriya Paşerojê, û çareseriyeke siyasî ji qeyrana Sûriyê re bête dîtin. ”
Encûmena Niştimanî Kurdî, evan tawanbariyên çêkirî, dibîne ragihandineke eşkere ji bo tirorkirina siyasî û rêyek ji bo devgirtinê û qedexekirina azadiya derbirrînê, hem jî berpirsiya metirsiya li ser jiyana evan serpereştan -çi li hundirê Welat an li derveyî Welat- da ser milê PYD, û bang li civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî û hêzên Kurdistanî kir, ji bo bi berpirsiyariyên xwe rabin û têwirdanê der bare evan kirdeyên li dijî pirinsîbên mirovî bikin.
Jêder: Hevbendî