Alayên Şoreşa Sûriyê yên bi navê “Lîwayê Şehîdên Yermûk” li bajarokê Hêt li Gundewarê Deraa yê Rojav-Başûr êrîşên DAIŞ vegerandin.
Serpereştê Leşkerî yê Tevgera Ehrar Elşam “Ebû Ebdellah Eleskerî” got ko Rêkxistina DAIŞ di demjimêrên sibehê yên pêşîn de, bi Hawin û Tangan bajarokê Hêt ji sê teweran ve bombebaran kir, paşî bi hêzên xwe ji aliyê bajarokê Tisîl yê di bin kontrola wan de êrîşî bajarokê Hêt kir, lê belê Tevgera Ehrar Elşam û hindek Alayên Şoreger yên din êrîşa wan bi paş ve xistin û nehiştin derbasî bajêr bibin.
Eleskerî bêtir got ko Tevgerê di operasiyonê de 15 endamên DAIŞê kuştin û hindek din bîrîndar kirin, û komên Rêkxistinê bibal bajarokên Sihim Elcolan û Tisîl vekêşiyan.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Xetîb Bedla, doh doz li xort û zilamên Horanê yên Artêşa Azad û alayên din kiribû, ko li dijî tiroristiya rêjîma Esed û rêkxistina DAIŞê yekdest bin.
Hem jî doz kir ko piştgiriya Şoreşgeran li Hewd Elyermûk û Gundewarê Başûr-Rojava yê Dera bikin.
Bedla hişyarî da xort û xelkên Horanê –Jêdera Şoreşa Sûriyê- ko bi siloganên rêkxistinên ko piştgiriya DAIŞê dikin neyêne xapandin û tevli piştgiriya DAIŞ nebin, doz li endamên wê kir ko vegerin rêka durist û dev ji tawankarî û tundrewiyê berdin.
Jêder: Hevbendî