Artêşa Azad û tabûrên Şoreşê karîn hejmarek gundên gundewarê bakurê Helebê bidest bêxin û rêxistina DAÎŞê ji wan gundan biqewtînin, herwiha karîn serkeftineke leşkerî ya berbiçav li ser DAÎŞê pêkbînin.
Ev bidestxistin duhî piştî şer û pevçûnên dijwar li dijî çeteyên DAÎŞê pêk hat, ku di wî şerî de bidehan ji çeteyan hatin kuştin, û biyekcarî gundên (Elxirba, Bixîdîn, kargeha gaza elkemaliyê, yenî yiban, Qerekobirê, Qerekoz, Elxilftê, Merxel, Didiyan, Tilbetal, Ehmediyê, Tata Himis, Tilşe’îr, Qesacik, zeviyên Şahîn) û hin gundên din li navçeya Elra’î ya stratîjîk ji dest DAÎŞ hatin derxistin.
Li aliyek din şoreşgerên Horanê karîn rêbenda avahiyên cêlîn ya leşkerî û navçeya avahiyên cilîn ya li nêzîk bajarokê Cilîn ya di bin destê Tevgera Elmusena de ya girêdayî DAÎŞê kontrol bikin, piştî heyamê çend rojan ji şer û pevçûnan di navbera herdu aliyan de. Ku Tevgera Azadîxwazên Şamê hin wêne belav kiribûn û têde kontrolkirina çekdarên tevgerê û hin tabûrên din yên Eniya başûr li ser rêbenda avahiyên Cilîn û bombebarankirina bi çekên giran li ser hin asêgehên tevgerê dihatin xuyakirin.
Herwiha şoreşgeran di wan şer û pevçûnan de karîn hin navçe û xalan kontrol bikin ji wan: Lêkolîngeha Zanistî, kompaniya Lîbî, avahiyên Cilîn, bajarokê Cilîn, gundê Elmzîrî’ha, herwiha karîn bajarokê Şêx Se’id û gundê Eltêra, û batalyona tankan, û batalyona 26 an ya li nêzîk Şêx Se’id kontrol bikin, bi vî awayî da ku ew tabûr karibin riya Newa_Mizêrib vekin, herwiha wê bikaribin dorpêkirina li ser bajarokê Hît bi awayekî karîger hilînin.
Tê zanîn ku ev 10 roj in şer û pevçûn berdewamin li çendîn navçeyên rojavayî parêzgeha Der’a , di navbera tabûrên DAÎŞ yên ku tên binavkirin “Lîwayê şehîdên Yermûk” û “Tevgera Elmusena” de, bi sedema êrîşên DAÎŞ li ser navçeyên rojavayî Der’a.
Jêder: Hevbendî