Îro mediyakar Zahir Elşirqat jiyana xwe jidest da, ji ber birînên xwe yên giran ji encama kiryareke terorkirinê berî du rojan li bajarê Xazî Entabê, her derbarê vê kiryarê Nivîsîngeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi tundî ev karê terorkirinê yê tawankarî der heqê Elşirqat şermezar kiribû.
Elşirqatê şehîd bi helwestên xwe yên dijberî rêjîma Esed û rêxistina DAÎŞ û nerînên tundrew dihat naskirin, û ew bi xwe berhevkar û pêşkêşkerê bernameyan bû di kenala Heleb Alyewm de, ku pêştir serokê encûmena xwecihî ya bajarê Babê bû, û ew bi xwe ji nişteciyên gundewarê Helebê bû, her weha xebata wî di çalakiyên şoreşgerî û ragihandin û hawarhatinê û leşkerî hebû.
Jêder: Hevbendî