Malbata Rojnamevanê Emerîkî “Sitîven Sotlof” yê ko li ser destê şervanekî DAIŞê hate serjêkirin, dozek li Dadgeha Fedralî li Niyûyorkê li ser Esed rakiriye, li ser bingeha ku belge hene, destê Esed jî di kuştina kurê wan de heye, û 90 milyon dolar wek tola wî xwestine.
Parêzgerekî bi navê malbata Sotlof yê ko piştî serjêkirina rojnamevanê Emerîkî Cêmis Folî ew jî hate serjêkirin, got ko ewan belgehine xurt bidest xistine ko peywendiyên xurt di navbera DAIŞ û Esed de hene. Parêzer rapoetên rojnamevaniyê yên destpêka evê salê destnîşan kirin ko hevkariyek di vê derbarê de di navbera herdu aliyan de, di biwara Gazê ya ko DAIŞ li Sûriyê wê kontrol dike heye, hem jî li gora ko rapoertên ewlekariya Emrîkî dibêjin.
Parêzer bêtir got ko malbatê pêzanîn bidest xistine ko rola Esed di damezirandina DAIŞê de heye, û diyar dikin ko Esed ew tişt bi mebest kiriye da nerîna cîhanê ji ser gendeliya rêjîma xwe biguhere. Ev dozname hat piştî ko dadgeha bala (ya ji bo ravekirina destûrê terxan bûye) ragihand ku ji mafê Emrîkiyên mirovên xwe bi sedema piştgiriya deshilatdarên biyanî ji operasiyonên tiroristî re winda kirine, dozê li dijî wan desthilatan rakin.
Dozdariyê, rêjîma Esed bi pêşkêşkirina darayî û locistî û asmanî, û hem jî pêzanînên ewlekariyê, di rêya efserên ewlekariyê yên ko Rêjîmê ew di nav DAIŞ de danîne tawanbar kir. Û armane jê ew e ko DAIŞ wek dijminekî sexte ji Esed re diyar bike, û hem beraberiya hêzên Şoreşê bike, ji bo bihêzkirina helwesta rêjîmê di danûstandinan de, ko DAIŞ beraberiya dewletên rojava dike û di heman demê de bidawîkirina desthilatdariya Esed dixwaze.
Acansa rojnamevaniya Firensî doh pêncşembê got: berpirsiyarên Emerîkî û Birîtanî hebûna hevkariya darayî di navbera Esed û DAIŞ de tekez kirin, û Rêjîma Esed petrola diziyê ji DAIŞ dikire.
Û di destpêka evê salê de kovara “Forîn Polîsî” ya Emerîkî li gora jêderên ewlekariya Emerîkî got ku kompanya Rûsî ya nêzêkî serokê Rûsya Viladîmêr Potîn e, danûstandinê bi Daiş re dike ji bo ji jêderên Gazê, li Tiwênan ya nêzêkî Reqayê paytexta Rêkxistinê, sûde bigire û rêjîma Esed jî di evê biwarê de danûstandinê bi rêkxistinê re dike.
Jêder: Elşerq Elewset