Girûpek ji çalakvan û pizîşkan û karmendên di warê tenduristiyê de, ji bo pirotistokirina komelkujî û tewanên cengê yên li helebê berdewam in ji berî 10 rojan de, derketin xwepêşandanekê li pêşiya nexweşxaneya “Alqudis” li taxa Sikerî ya Helebê ya ku tevlî gelek avahî û navendên pizîşkî û yên sivîl, ji encama armanckirina wan bi balafirên cengê yên Rûsiya û rêjîma Esed hatin wêrankirin.
Û hin xwepêşandêran gumlekên sor li xwe kiribûn, li ser wan hatibû nivîsandin”Ez Pizîşkim, Ez zarok im, Ez Birînpêç im”, hinan din tabloyin bilind kiribûn li ser wan bi zimanê Erebî û Engilîzî û Sînî û Ferensî û Rûsî hatibû nivîsîn:”Heleb wêran dibe, Helebê rizgar bikin”.
Ji hêleke di ve, tîmên berevaniya sivîl, ev roja pêncan e, berdewam in di paqijkirina wêraniya kombûyî ji encama armanckirina nexweşxaneya “Alquds” bi êrîşên asîmanî, û di encamê de 30 qurbanî ketin, pirên wan zarok û jin in, û 62 kesên din jî birîndar bûn.
Û di wê êrîşa Rûsî de li ser nexweşxaneyê, 3pizîşkan jiyana xwe ji dest da, û Mihemed Muaz, yê ku tenê ew mabû pizîşkê zarokan li tevahiya deverên rizgarkirî li parêzgeha Helebê di nav wan de bû.
Heleb ji 21ê nîsana bûrî de, bajarê Helebê tûşî bombebaraneke asîmanî û zemînî ji aliyê hêzên Esed hevpeymana wî Rûsiya dibe, û deverên niştecihan tên armanckirin.
Û şoreşger ji nîvê vê heyvê de, di rûyê hêzên Esed û hevalbendên wî ji milşyayên Îranî û Îraqî û Hizbellaha terrorist, yên ku balafirên rûsiya piştgiriya wan dikin, li bajarokê Al’îs li başûrî Helebê.
Û piştî têkçûna hewildanên hêzên Esed û piştgiriya Rûsiya ji wan re, û ziyanên giyanî û cebilxaneyan li wan bûn, agirê êrîşên xwe birin ser sivîlan li bajarê Helebê, û avahiyên sivîlan û nexweşxaneyên meydanî û dibistan û bazargehên gelêrî û mizgeft armanc kirin.
Û li gor agahiyên “Ajansa Anadol” ji berpirsyarên Berevaniya Sivîl li Helebê kom kirine, balafirên cengê û helîkopterên rêjîma Esed û Rûsiya, 260 êrîşên asîmanî pêk anîne, 65 ji wan di riya berdana bermîlên teqîner re bû li ser bajarê Helebê di 10 rojên bûrî de, her weha 18 êrîşên bi mûşekên erd-erd jî hatin pêk hatin.
Û li gor agahiyên ku vê dawiyê ji aliyê nexweşxaneyên meydanî ve hatine tekezkirin, 196 kesan ji encama wan êrîşên asîmanî û zemînî jiyana xwe ji dest dan, ji wan 43 jin in, 40 zarok, û 424ên din jî birîndar bûn, û ew jî 75 jin û 96 zarok di nav wan de hene, her ji 21 nîsana bûrî de.
Û berpirsyarin Berevaniya Sivîl, bal kişandin ser ku gelek taxên Helebê tûşî êrîşên himbiz bûne, wek Sikerî , Saxûr, Meşhed, Qatircî, Ferdews, Bab Alnêreb, Hulluk, Kelasê, Terîq Albab, Babilhedîd û Ensarî.
Jêder: Hevbendî