Bi helkefta derbasbûna 100 salî li ser peymana Saykis-Bîko re, welatiyên kurd li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê îro Şemiyê 14ê gulanê di mangirtinan de ew peyman pirotesto kirin.
Mangirtin li ser banga emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hatin li darxistin û di wan de silogan û durşim li dijî wê peymanê hatin bilindkirin.
Emîn Husam endamê emîndariya Giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku ew li dijî sed salî ji binpêkirina mafê gelê kurd derketine, da ku ji civata navdewletî re bêjin bes e ji zilim û zora ku Saykis Bîko li wan kirye.
Husam nîşan da ku ” dem hatiye ku gelê kurd weke hemû gelên cîhanê mafê xwe bi dest bixin, çi bi serxwebûnê yan avakirina herêmin fedral ku mafê gelê kurd têde parastî be” .
Û tiştê cihê daxê bû di van mangirtinan de ku hêz û alîgirên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD astengî û piresgirêk ji kesên mangirtî re afirandin û bi taybet li Girkêlegê û Dirbêsiyê.
hêjaye gotinê ku mangirtinên ENKS li 9 bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê derketin û di wan de gotin ji hêla serok û endamên xwecihiyan ve hatin xwendin.
Jêder: Hevbendî