Mihemed Elûş Mezinê Danûstandkarên şanda miletê Sûrî ya ji bo danûstandinên Cinêvê, doh yekşembê bi sedema “nejidilbûna Civaka Navdewletî di bidawîkirina derdê Miletê Sûrî karhêlana xwe ragihand.”
Elûş di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya Tiwîterê got ku”Civaka Navdewletî dikare rijîna xwînê li Sûriyê rawestîne, lê viyaneke wê ya jidil di bidawîkirina derdê miletê Sûrî nîn e” ew dibîne ko “danûstandinên bêdawî erzankirina çarenivîsa Milet e.”
Elûş got ko “danûstandin di hersê gerên çûyî de bi sedema serhişkiya Rêjîmê û berdewamiya wê di bombebarana milet de, û bêçeretiya civaka navdewletî beraber vê yekê û bi taybetî hêla mirovî biser neketin. ”
Daxuyaniyê bêtir anî ziman: “Netewên Yekbûyî negihişt çi peymanê li ser lîsta karê danûstandinan ya ko dê ber bi veguhêza siyasî ve bi rêya damezirandina Desteya Desthilatdar bi hemû karûbarên cîbicîkirinê bibe”
Elûş bi hêvî ye ko “bi destberdana wî ji kar, civaka navdewletî giringiya xwîna miletê Sûrî ya ko bi destê rêjîmê û hevalbendên wî diherike hest bike.”
Her wiha doz “li alayên şoreşgerî û Artêşa azad û hemû hêzên siyasî kir ko yekdest bin, çimkî ev tenê rêka ko serkeftinê misoger dike”, hêvî jî ji desteya bala ya danûstandinan kir ko berdewam bin bi piransîbên Şoreşê re, û gerek ew sîsika yekgirtina yekrêziyê bin, û ne tenê ji bo danûstandinan yek bin.
Hêjaye bîranînê ku Desteya Bala ya danûstandinan beşdarbûna xwe di danûstandinên Cinêvê di gera sisêyan de rawestand, ji encama redkirina rêjîma Esed ji pabendbûna bi biryara navdewletî û bi taybetî biryarên navdewletî yên bi çakkirina rewşa mirovî ve têkildar in, yên di peymana Rawestandina Karên Dijminkarî û di biryara Encûmena Ewlekariyê 2268 û biryara 2254an de.
Desteya bala vegera li danûstandinan bi mercê rawestandina bombebaranê ve girêda, û yên ko aramî têk birine demek ji sizakirina wan re bête danîn. û dorpêç ji ser herêmên dorpêçkirî rabe, û alîkarî bigihên xelkên wan û Girtî bêtin berdan.
Jêder: Hevbendî+Acans