Serokê Hevbendiyê Enes El’ebde, îro duşembê 30 /5/2016, serokatiya şandeyekê ji Hevbendiyê kir, û giha Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê.
Û biryar heye ku serokê Hevbendiyê Enes El’ebde bi Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî , her weha bi nûnerîtiya Hewlêrê ya Encumana Niştimanî Ya kurd re bicive, û seredana kampên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê bikin, ji bo zêdekirina hevrêzkariyê û piştgiriya penaberan.
Jêder: Rûdaw