Nûnerîtiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî Kurdî Civîna xwe ya normal,roja Yekşembê 29 Gulanê 2016, bi amadebûna birêz Ibrahîn Biro Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî lidar xist.
Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî li ser hevdîtinên Şanda Encûmenê li Ewropa pêk anîn axivî, ku qonaxa pêşî jê serdana Firensa, Elmanya, Nemsa, Belcîka û Yekîtiya Ewropî bû, û gera duyem serdana Siwêd û Nerwîcê bû.
Ev hevdîtin ji bo piştgiriya Şanda Kurdî di danûstandinên Cinêvê de bûn, her weha ravkirina kêşeya Kurdî ji civaka Ewropî re, û danîna pirojeyekî tekûz ji bo çareserkirina qeyrana Sûrî bi dîtina Çareyeke siyasî di çarçoveya avakirina dewleteke Yekgirtî û hevbeş de, ko azadî û aştî û dadî tê de ji bo hemû pêkhatiyên miletê Sûrî hebe, û miletê Kurd jî têde li gora peyman û belgehên navdewletî mafê xwe yê tekûz misoger bike.
Û her weha di hevdîtinan diyar kirin ku giring e dewletên Ewropî piştgiriya vî pirojeyî bikin, û siyaseta Encûmena Niştimanî Kurdî û dîtina wê ji paşeroja Sûriyê re zelal kirin, ku giring e sîwaneke navdewletî ji bo vegera Pêşmergên Roj ji bo welatên xwe hebe, da bi erkên xwe rabin û berevaniyê di ber miletê xwe û kêşeya wî ya netewî de bikin, hem jî siyasetên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat yên zordarî û dîktatorî yên ko bûn sedema valakirina herêmên Kurdî aşkere bikin.
Civîngeran tekezî li ser giringiya aktîvkirina rola Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî li gorepana Ewropî kir, bi taybetî piştî koçkirina tund ya bi kotekî di derheqê miletê Kurd de bû û giringiya têkiliyê digel revenda Kurdî û guhdana bi kêşeyên wan, û bi teybetî piştî aktîvkirina gelek Encûmenên xwecihî li dewletên Ewropî û giringiya danûstandinê digel diblomasiya Ewropî, û dezgehên civaka sivîl yên bi mafê mirovan ve têkildar ji bo bi wan kêşeya Kurdî bidin nasîn û piştgiriya Kurdan di bidestxistina mafê wan yê netewî hatin gengeşekirin.
Her wiha Civîngeran siyasetên zordarî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat û kirdeyên wê yên dawî ko têwirdana Gundên hêmin kirin û xortên Kurd girtin û birin leşkeriya neçar , xizmet ji bo ecindeyên rêjîmê û pirojeyên wî yên siyasî ye, û girtina wan ser malên serkirde û kadirên pertiya Yekîtî Kurdî li Amûdê û girtina wan pirotesto kirin.
Nûnerîtiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî Kurdî, daxwaz ji rêkxistinên navdewletî yên mafên mirovan kir, da fişarê bidine ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, da wan girtiyan berde û nema van girtinan bike, yên ko tenê xizmeta dijminên Kurdan dikin, di operasiyonên zordarî û girtinê de yên ko armanca wan tiştê maye ji Milet bi taybetî xortan koçber bikin.
Jêder: Hevbendî