Wezîrê derve yê Birêtaniya , Fîlîp Hamond duhî li Kiwêt, di kongirekî rojnamevanî de, tekez kir ku “nabe Esed bibe beşek ji çareseriyê”, û got ku ” Esed bitenê dikare çareseriyekê pêşkêş bike, ewjî pêşkêşkirina destjikarkêşana xwe ye”.
Û îro li aliyek din, şanderê Birêtaniya yê taybet bo karubarê Sûriyê, Garîs Bayilî, di daxuyaniyekê de, tekez kir ku Esed birçîkirinê wek çekê şer bikar tîne, û got ku “rêjîma Esed rê li pêş gehandina karwanên alîkariyê digire, û bi derxistina pêdawîstiyên pizîşkî ji nav barên alîkariyan dirabe, û rê li pêş derbasbûna pizîşk û perstyaran digire, û herwiha veguhestina kesên nesax yên pêwîstîdar bi çavdêriya pizîşkî red dike “.
Herwiha got ku ” rêjîma esed bêhtirîn car derbeskirina alîkariyên mirovî bo piraniya navçeyên dorpêçkirî ji aliyê wê bi yekcarî red dike”.
Û Bayilî got ku” hêjî avêtina alîkariyan bi rêka firokan bo sercem navçeyên dorpêçkirî take bijarde ye, û ew domahîk bijarde ye, û ev rêk ya gelekî zehmet û biha û aloze bo gehandina alîkariyan, lê pêwîst e ku em bapend bin bi vê yekê û Birêtaniya amade ye bo pêkanîna vê yekê”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat