Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, komelkujiya hêzên Rûsiya ya duhî bi şev pêk anî, bi êrîşa li ser nexweşxaneya niştimanî li bajarê Idlibê û wêrankirina avahiyên derdora parka Elcela û gereka Elkestina û mizgefta Elrewda û hin cihên din şermezar kir, ku têde zêdetir ji 35 sivîlan ku 9 ji wan zarok bûn hatin şehîd kirin.
Û firokên Rûsiya yên şer di êrîşan de 20 mûşekên xwedan teqîna mezin bi kar anîn, ku bû egerê derketina nexweşxaneyê biyekcarî ji karê xizmetkirinê, herwiha ji ber bombebarankirinê, gelek avahî bi ser serê xelkê de hatin xwarê.
Û îro ji sibehê ve, bajarê Idlibê û gundewarê wî rastî êrîşên metirsîdar dibin, bi bombebarakirina hevbeş di navbera rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiyê, ku çendîn kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin, û du zarok di nav wan de hene, ji encama bombebarankirina hevbeş ya Rêjîmê û Rûsiya li ser bajarokên Kefrtixarîm û Kefrnebil û Xan Elsebîl û bajarê Seraqib.
Û ligor bergiriya sivîl pêşbîn dike, heye ku hejmara şehîdan zêdetir bibe, ji ber ku hêjî gelek kes mane asê dibin wêraniyan de, û bergiriya sivîl tekez kir ku tîmên wê yên hawarhatinê her ji şeva duhî û heta berê sibehê kar dikirin ji bona rizgarkirina kesên mane asê dibin kavilan de.
Herwiha ji aliyê xwe ve, duhî wezareta derve ya Tirkiyê komelkujiya firokên Rûsiya şermezar kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ji bo rûbirûbûna tawanên Rûsiya û yên rêjîma Esed û herwiha daxwaz kir ku bi erkê xwe li hember parastina sivîlan rabe.
Hêjayê gotinê ye ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî, di demeke pêştir de nîgeraniya xwe nîşan dabû “li hember êrîşên vê dawiyê yên li dijî sivîlan û li dijî armancên sivîl di Sûriyê de, di nav de yên li dijî navendên pizîşkî, û êrîşên bi tewşegerî”, hevdem tekez kiribû ku “ev kiryar digehêjin astê Tawanên Şer”, û daxwaza cêbicêkirina bilez ya ” fermanên biryarên encûmena ewlekariyê yên girêdayî rewşa Sûriyê kiribû, tevî cêbicêkirina biryarên girêdayî bi çavdêriya saxlemiyê di hevrikiyên çekdarî de.
Jêder: Hevbendî + Wekalat