Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, tekez kir ku doza Kurd beşekî sereke ye ji doza Sûriyê ya ku dixwaze azadî û rûmetê bidest xwe ve bîne, ji bo rûxandina rêjîma Esed ya sitemkar û avakirina dewletekê li ser bingeha firehaliya siyasî.
Ev yek hat di dema serdana şandekê ji Desteya Siyasî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Enes El-Ebde ji bo Herêma Kurdistanê, ku wê sê rojan berdewam bike, û roja Çarşemê bidawî tê, di serdanê de şanda Hevbendiyê hevdîtinek bi Nûneratiya Encumena Niştîmaniya Kurdî re li Herêmê pêk anî.
Wê şandê rola xuya ya Kurdan di serhildana 2004an de, herwiha rola wan ji destpêka Şoreşa Sûriyê ya mezin de di sala 2011an de li dijî rêjîma Esed ya xwînmij destnîşan kir.
Herwiha endamên şanda Hevbendiyê kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina wan bi Nûneratiya ENKSê re li Herêmê anîn ziman, û tekezî li ser belgenameya îmzekirî di navbera Hevbendiyê û Encumena Kurdî de kirin, û dan zanîn ku ew gelek caran pişta xwe bi Kurdan girêdidin di warê netundrewiyê de .
Şanda Hevbendiyê di hevdîtinê de tekez kir ku wê Herêma Kurdistanê hevpişkekî stratejîk be ji Sûriya nû re, û amaje bi rola Herêmê ya stratejîk kir, û helwesta wan ya mêrxasî ya ku wê di bîra gelê Sûriyê de kolayî bimîne, derbarê piştevaniya Herêmê ji Şoreşa Sûriyê re li dijî rêjîma Esed, û hewandina ev hejmara mezin ji penaberên Sûrî, û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo wan.
Ji aliyê xwe ve, Nûneratiya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Herêmê, spasî û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman, û daxwaz ji Hevbendiyê kir ku pêwendiyên xwe bêhtir bihêz bikin, herwiha ji wan xwest ku rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina alîkariyan bo wan li ber çavê xwe bigrin.
Herwiha herdu aliyan behsa pêşhatên siyasî yên der barê giftûgoyên Cenêv û operasyona danûstandinan kirin.
Şanda Hevbendiya Niştîmanî Doh roja Duşemê, piştî nîvro gihiştibû Herêma Kurdistanê, û kesên ku di wê şandê de bûn, jibilî El-Ebde, her yek ji endamên Desteya Siyasî Ebdilehed Sitêfo, Heysem Rehme, Hewas Egîd û Mihemed Xoce bûn, û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr.Ebdilhemîd Derbendî di pêşwaziya wan de bû.
Tê çaverêkirin ku ew şand hevdîtinekê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend berpirsên Herêmê re pêk bîne, herwiha serdana hejmarek ji kampên penaberan bikin.
Jêder: Hevbendî