Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, dibîne ko Cenga rizgarkirina Reqayê ya ku Milîtanên PYD serpereştiya wê dikin bi piştgiriya Emerîka, kirdeyeke tekane ye an delîvegirtin e, çimkî encamên wê dê bobelatî bin.
Elebde di hevpeyivîna digel Tora Rûdawê di dema serdana Herêma Kurdistana Îraqê de, tekez kir ko Milîtanên PYD ji Şoreşa Sûriyê dûr in, û wan çalakvanên Şoreşê yên Kurd û serpereştên Encûmena Niştimanî Sûrî amanc kirine.
Elebde bal kêşand ser giringiya ko siyaseta Emerîkî li ser hemû alî û alayên ko li dijî tiroristiya Daiş an Rêjîma Esed dirawestin vekirî be, û tekez kir ko “Rêjîma Esed û DAIŞ yek in, û me pir derd ji wan li çendîn herêman dîtine, di heman mijarê de em bi her karekî re ne, ku armanca wî têkbirina DAIŞ be,li çi herêmê li Sûriyê be.”
Elebde diyar kir ko Hevbendiyê doz kir ku hêzên Pêşmerge yên Sûrî yên bi ser Encûmena Niştimanî ve, têkevin nava hêza nû ya ko dê derbasî Gundewarê Helebê li herêma Izazê bibin. Û destnîşan kir ko hebûna Pêşmerge li ser xaka Sûriyê dê tirazûyeke rastî li ser xakê çêbike, û dê ewlehiyê bide miletê Sûrî û Kurdan bi taybetî.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de roja yekşembê derxist, dibîne ko “Çi hêz xwecihî an ya derve ko hewl dide silogana şerê tiroristiyê ji bo armancine taybet delîve bike, ew pirojeyekî dagîrkirinê ye ji bo têkbirina viyana miletê Sûrî”, û hişyarî da ji bo siyaseta piştgiriya leşkerî ya aktîv ji milîtanên PYD re yên ko bi rêjîmê Esed ya tirorist û hevalbendên wê ve girêdayî ne, û tawankariyan di derheqê miletê Sûrî de dikin, û raportên navdewletî yên serbixwe di derheqê wan de derketine, tekez dikin ku karên wan digihên asta tawankariyên cengê.
Hevbendiyê hişyarî da, der barê zêdebûna tawankariyên mîna van, çimkî operasiyonên Hevalbendiya Navdewletî dikevin xizmeta misogerkirina aramancine ko xizmeta milîtanên PYD dikin, ev jî li dijî tiştê ko Sûriyan li ser lihev kiriye.
Hevbendiyê doz li Hevalbendiya navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka kiriye, ko garantiyine aşkere ji bo misogeriya mafê vegera penaber û derbideran ji bo cih û warên wan derxîne, û ew karûbarên xwe birêve bibin di riya Encûmenên xwecihî re yên ku ji milet bêne hilbijartin, bê ko têwerdaneke leşkerî an ewlekarî ji çi alî be tê de hebe.
Jêder: Hevbendî