Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna hêza “Pêşmerge” ya Sûrî ya ser bi ENKS’ê ve, bo nav xaka Sûriyê kir, ji bo rûbirûbûna rêjîma Esed û herwiha rêxistina DAÎŞ’ê.
Îro roja sêşemê û di hevdîtinekê de, li bajarokê Selaheldîn, di nav şanda Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya Enes Elebide û Serok Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê de, Ele’bide diyar kir ku bi derbasbûna hêzên “Pêşmerge” bo nav xaka Sûriyê, wê hevsengiyek rasteqîn peyda bibe, û wê dilaramiyekê li rex gelê Sûriyê nemaze li rex gelê kurd peyda bikin.
Herdu aliyan pêşhatên pirosêsa siyasî û ya danustandinê û nûtirîn guherînên rewşa meydanî li Sûriyê gengeşe kirin, û serokê Hevbendiyê di axaftina xwe de bal kişand li ser destdanîna heryek ji Rûsiya û Amerîka li ser biryara piroseya siyasî, û wan rola hêzên din yên herêmî û navdewletî paşguh kirine, û herwiha amaje bi giringiya şikedina wê destdanînê kir, da alîkarî bibe ji bo vegera danustandinan bi aweyekî rastî ji bona dîtina çareseriyeke siyasî ya adilane û giştgîr, û têde armancên gelê Sûriyê dabîn bibin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ji bona gelê Sûriyê bi giştî û ji bona gelê kurd bi taybetî, bi rêka nûnerê wî yê rewa ENKS’ê dupat kir.
Hêjayê gotinê ye ku îro û di demekê pêştir de, şanda Hevbendiyê digel rêzdar Mesrûr Barzanî şeretkarê encûmena parastina herêma kurdistan civiya bû.
Şanda Hevbendiya Niştimanî duhî piştî nîvro gihiştibû herêma kurdistanê di serdanek fermî de, ku wê heta êvariya sibe roja çarşemê berdewam bike.
Şanda Hevbendiyê tevî El’ebide, ji endamên desteya siyasî Ebdulehed Îstêfo, û Heysem Rehmê, û Hewas Egîd û Mihemef Cocê pêk hatiye.
Jêder: Hevbendî