Girûpeke çekdar duh Duşemê 30 gulanê, serokê xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê ENKS Yûnis Esed revandin û ew eşkence kirin.
Girûpa çekdar serokê xwecihiyê ji gundê Xanîka yê li ser riya Amûdê û Dirbêsiyê revandin, li gor daxuyaniya wî ji peyamnêrê malpera me re.
Esed diyar kir ku wê girûpê ew li nêzî bajarê Dirbêsiyê eşkence kirin, bê ku sedemê diyar bikin, û li cihekî ne diyar avêtin .
serokê xwecihiya Amûdî ji bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hate veguhestin, û rewşa wî niha arame.
hêjaye gotinê ku kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat di çend rojên dawiyê de dijî endamên partiyên ENKS pêhtir bûne.
Jêder: Hevbendî