Daxuyaniyeke Rijnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
1 cehzeran 2016
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tevaya navçeyên parêzgeha Idlibê bi “Navçeyek Bobelatê” radigehîne, û ji damudezgehên hikûmeta demkî û ji sercem dezgehên pêwendîdar, yên sivîl û leşkerî daxwaza amadekarî û terxankirina hemû bizav û şiyanan bo dabînkirina pêdawîstiyên barê tengaviya bo xelkê sivîl dike.
Hevdem Hevbendiya Niştimanî sercem rêxistinên mirovî û desteyên navnetewî û dewletên piştgiriya gelê sûriyê dikin, têxe di ber berpirsyaratiyên wan de li hember sivîlan, û daxwaza giringiya destêwerdanek bilez û awarte dike ji bona piştevanîkirina deste û dezgehên Sûriyê yên karan li ser qadê bikin, tevî piştgiriya artêşa azad , ji bona rizgarkirina sivîlan û raguhestina birîndaran û bi hawarçûna bi hezaran niştecî û koçberan û bergirtina êrîşên li hember wan.
Raportên ji navçeyê tên, dupat dikin ku navçe tûşî operasyonên kuştin û wêrankarin û koçberiyê dibe, û navçeyên sivîlan û nexweşxane û mizgeft û kampên penaberan tên armanckirin, bi oparesyonên firokên şer yên dagîkariya Rûsiya û rêjîma Esed, bi bombebarankirina gund û bajar û bajarokan bi bermîlên teqîner, hevdem digel topbarankirina berdewam, ku di van oparisyonan de heta niha 54 şehîd ketine û di nav wan de 11 zarok hene û zêdetir ji 200 birîndaran û wêrankirina 4 navendên saxlemiyê, tevî êzgeha eletrîkê û xwendingeh û mizgeftekê.
Li hember rewşa sosret û felaketgeriya berdewam ya li ser zemînê, pêwîstî heye lez bête kirin bo standina helwestekê navnetewî ya berpirs, ji bona rawestandina oparesyonên leşkerî, û herwiha ji bona lez di rakirina dopêçkirina li ser hemû navçeyên dorpêçkirî.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza şermezarkirina destdirêjiya Rûsiya û tawankariyên rêjîmê, ji hemû aliyên bi bandor di civaka navdewletî de dike, û herwiha bikaranîna fişarek mezin li ser rêjîmê û hevalbendên wê, ji bona rawestandina destdirêjiya li ser Idlibê û li ser tevaya Sûriyê, bi awayekî guncayî digel biryarên Encûmena Ewlekariyê re, û rê bête xweşkirin li pêş veguhestinek siyasî ligor tekesta daxuyaniya Jinêv 1.
Rehmet li şehîdan be..
saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re..
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.