Li ser banga encumana xwecihiya Amûdbê û emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, bi sedan welatiyên bajêr derketin mangirtinekê ji bo pirotestokirina kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat Pyd di derheqê siyasetmedar û çalakvanên Kurd.
Welatiyan duruşim û slogan mîna “Na Ji Girtinên Siyasî Re” , “Erê ji yekîtiya Kurdî re” …bilind kirin.
Narîn Metînî endama emîndariya giştî ya ENKS, di gotina ENKS de got ku PYD destê rêjîma Esed e li devera kurdî, û bang li YPG û YPJ kir ku rêjîm bazirganuyê bi xwîna wan dike.
Ji hêla xwe ve Ebdulsemed Xelef Biro, di daxuyaniyeke taybet de ji malpera me re nîşan da ku ev kiryarên PYD nîşana têkçûna wan ya siyasî ye, û em dizanin ku ji destpêka şoreşa sûrî de ev hêzên serkutkar nûnertiya kurdan nakin, ENKS ew e nûnerê kurdan di nav civaka navdewletî de, lewma PYD li ser pêşeroja xwe ditirse.
Li ser pirseke me ku gelo ev karê sivîl wê ti encaman bide, Biro got: ” ji xwe ew ji van karên sivîl mîna vê xwepêşandanê ditirsin, lewma PYD di tariya şevê de kar dike, emê berdewam bin di karê xwe de û emê mafê miletê kurd misoger bikin”.
Jêder: Hevbendî