Encûmena Şoreşgerî Ya Yekgirtî Li Holê li gundewarê Himusê, daxwaza destêwerdanê ji heryek ji civaka navdewletî û ji NY kir, ji bona parastina sivîlan û rawestandina hilmeta serbazî ya hêzên Esed û milisên bergiriya niştimanî li dijî herdu navçeyan, Elholê li gundewarê Himusê û navçeya Aqreb li gundewarê Hemayê.
Û Encûmena şoreşgerî, duhî di daxuyaniyekê de, hişyarî da li ser pêkanîna komelkujiyekê bi destê hêzên Esed û milisên wê li bajarokê Aqreb, yê dibe berdewamiyek cografî ji Elholê re, û xala gihandinê ye digel gundewarên Hemayê.
Ji aliyê xwe ve, encûmenê pabendbûna hêzên leşkerî bi rêkeftina agirbesta karên dijminkariyê tekez kir, û bal kişand ku hêzên Esed her ji sibehê ve hewla êrîşkirin û derbasbûna li nav bajêr didin, di riya bikaranîna hemû awayên leşkerî, bi binpêkirinek eşkere ji agirbestê re, herwiha amaje kir ku bi sedema vê oparesyona leşkerî, “niha zêdetir ji 4 hezar sivîl koçber dibin ber navçeya Elholê ku piraniya wan jin û zarok in”.
Li aliyek din hêzên şoreşger bersiva hewlên hêzên Esed û milisên wê dan, û rê li pêşiya pêşketina wan ber bi bajarokê Aqreb û gundê Xirbetcami’h li gundewatê başûr girtin, ya ku dibe riya derbaskirina kerasteyên xwarinê bo bajarokên bakurê Himusê yên dorpêçkirî, û herdu navçe rojane rastî bombebarankirina firokên şer yên rêjîmê tên bi nêzîkî 25 êrîşên rojane bi topxane û mûşekan ji rêbendên milisên wê yên li derdora gundên Elhemîrî û Qifîlon û Ekrad Ibrahîm û Be’rîn û Elta’ûnê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat