Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit, diyar kir ku firokên esed “di mawê du rojên bûrî de, zêdetir ji 700 êrîşan li dijî sivîlên parizgeha Helebê pêk anîne”.
Ligor daxuyaniya desteya bilind ya danustandinan, Elmislit got ku ” 8 hezar sivîl li bajarê Dareya rûbirûyî gefa birçîbûnê dibin, hevdem ku 250 hezar kes yên li navçeyên dorpêçkirî bê hebûna pêdawîstiyên serekî dijîn “.
Elmislit hişyarî da li ser “têkşikestina civaka navdewletî di bidawîkirina dorpêçkirina sivîlan û rawestandina êrîşên li ser wan”, û got ku ” ev yek wê bibe fakter di zêdebûna hejmara kuştina bêgunehan de li Sûriyê “.
Herwiha Elmislit diyar kir ku astengiyên rêjîma Esed li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî ji navçeyên dorpêçkirî re datîne, dibe belgeyek xuya li ser piştguhkirina Rêjîmê ji yasayên navdewletî re.
Û Elmislit balkişand ku destjikarkêşana Mihemed Elûş, mezinê danustandinkarên şanda desteya bilind ya danustandinan ji pileya xwe hat, ji ber nebûna garantiyên parastina gelê Sûriyê ji aliyê civaka navdewletî ve, û bal kişand ku Elûş wê bimîne di nav şanda desteya bilind ya danustandinan de, wek pisporekî di karubarên leşkerî û ewlekariyê de”.
Herwiha Elmislit ragihand ku wî sikirtêrê giştî yê NY, Bankî Monm, bi pêşniyarkirina agirbestekê di heyva rojiya remezanê de agahdar kiriye.
Jêder: wekalat